HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Çekdar Bêzar di encamê êrîşên dewleta Tirk a dagirker de 19’ê Îlona 2019’an gihîşt şehadetê. Hevreyê wî yê têkoşînê yê HPG’î Bêzar Semsûr got: “Hevrê Çekdar bi sekn, tevlîbûn û têkoşîna xwe bû gerîlayekî layiqî rêxistinê û Rêber Apo.”

Gerîlayê HPG’ê Bêzar Semsûr hevreyê xwe Çekdar Bêzar(Ozcan Bektaş) ê ku di 19’ê Îlona 2019’an encamê êrîşên dewleta Tirk a dagirker de gihîşt şehadete vegot.

Hevreyê Şehîd Çekdar Semsûr gerîla Bêzar Semsûr got ku Şehîd Çekdar di bajarokê Komur a Semsûrê di malbateke welatparêz de hatiye dinê û Elewî bûn. Bêzar Semsûr wiha behsa hevreyê xwe kir:

“Em dixwazin behsa hevrê Çekdar Bêzar bikin. Ew heval, ji Semsûrê yê, ji baweriya Kurdên rêheq e. Navê dîtir dibêjin Kurdên elewî qizilbaş. Ji Semsûrê ji eşîra Kawî ye. Li bajaroka komirê ji dayîk dibe, gundê malê heriye dibêjin. Naskirina min Heval Çekdar jî, ew weke kom hatin bakûr. Em weke koma yekemîn di sala 2014’an de derbasî Eyaleta Tolhildan bûn. Jê ra digotin başûr rojavayê Kurdistanê. Rê vekirîbûn û em ji xetâ Botanê hatibûn. Çima ez vê yeke tînim ziman? Ji ber ku di dîroka têkoşîna me de wan hevalan rolên xwe lîstine, û hewceye mirov bizanibe.

Em 2014'an ji Heftanînê derketin û ji xeta Botan û Xerzan, Amedê û ji Amedê jî derbasî Semsûrê bûn. Piştî wê jixwe weke Eyaleta Tolhildanê tê zanîn. Eyaleta Tolhildan ji bajarên Semsûr, Dîlok, Mereş û Meletiyê pêk tê û heta ew qad ber bi Bînboxalar ve jî diçe.

Ji bo vê eyalete armanc qadê ji nû ve ji gerîla re vekirin bû. Herî dawî şehadeta Dr. Hesen li wan deran çêdibe. Û piştî wê gerîla li wir qet namîne. Dîsa li xetên Bazarcix û Engîzekê hêzên Amanosê tên û diçin lê li Semsûr û Meletiyê kes namîne.

Ya me koma yekemîn bû, yanî koma ku 2014’an derbas bû. Ya koma hevrê Çekdar wan duyemîn bû. Di sala 2015'an de ji xeta ku em tê de hatibûn ew jî hatibûn. Rêwitiya wan bi kêfxwaşî, coş û kelecanî derbas bûbû. Lê ew rêwîtî ne hêsane. Ji Heftanînê heta qadên me yên dawî hatibûn. Westandin di çavê wan hevalên ku di wê komê de bûn me nedît. Lê rastiyeke laşê mirov heye ku, diweste. Dema gihîştin cem me jî, li ber ava Feratê bûn. Zehmetî kişandibûn, lê di çav û rûyê wan de ew ken û rûkenî hebû. Ew kom piranî ji heremê bûn. Û cihê ku jêdayîkbûne gerîla nebû û ew weke gerîla hatibûn welatê xwe. Ev yek enerjî û şewq dide mirov. Yanê van hestan jî encax ew kesên wê dijîn dikarin bînin ziman. Ji ber ku me bixwe jî ew yek jiyan kir. Naskirina me ya heval Çekdar li wir wisa destpê kir.”

LI HEMBER DIJMIN HERSEKÊ WÎ YA MEZIN HEBÛ

Bêzar Semsûr got ku bi şehîd Çekdar re demek dirêj bi hev re mane û axavtina xwe wiha domand: “Hevalan ew kom hilbijartibû. Ji ber ku ne hêsane ku tu hema bi pêşniyarekî û xwastinekî biçî heremeke wisa. Yanê ne weke heremên din e ku heval lê hebin û hejmarên wan zêde be û biçin cem hev û li ba wan bisekinin. Ji ber vê yekê jî tu li gorî vê zanebûnê diçî qadeke ku tu kes lê tune ye û tu xwe li gorî vê yeke amade dikî. Yanê nêzî 13-14 salane kes tune û heval qet neçûne. Lê di salên 1990’î de berhemeke pir mezin heye. Ji ber vê jî her tim dihat gotin; jixwe tenê wê toza ser wê were rakirin. Welatparêziyeke mezin li wir heye. Ne ku tiştekî nû ye. Hevrê Çekdar jî xwe ji vê zor û zehmetiyê re amade kiribû. Tevî ku di rê de westiyabû jî, ew westandina xwe diyar nedikir û nedianî ziman.

Eneriyek hevrê Çekdar a du qat zêdetir hebû. Xwe li hember zoriyan amade kiribû. Pêşbîniya me di derbarê hevrê Çekdar de şaş derneket. Çawa wê kêliya yekemin ku me ew dît heta şehadeta wî ev pêşbîniyên me şaş derneketin.

Em koma yekemîn bûn ku 2014'an hatibûn wê qadê. Ew jî ya duyemîn bûn ku di 2015'an de hatibûn wê qadê. Yanê ev kom ji aliye hejmarî ve kêm bûn zêde kes nebûn. Carîna du kes carîna sê kes bûn weke tîm. Her tiştê xwe me bixwe dikir. Nobedariya xwe me xwe bi xwe dikir.

Pratîka hevrê Çekdar zêde nebû, li bakûr nemabû, li Heftanînê mabû. Lê wisa xwe amade kiribû ku wekî bi salane pratîk kiriye û berê jî tu dibêjî qey li wir bûye. Yanê di aliye baweriyê de têrker bû. Ji başûr dema yek tê bakûr tu hinek perwerde didî û heta carînan perwerdeyek dirêj jî didî. Lê heval Çekdar zû adapte bû.

Carînan dipirsî ka welatparêzî çi ye? Ax, erdnîgarî, av, wêje, bîrodozî û hûnera wê û her tiştê wê re xwe kirina yek welatparêzî ye. Ev yek jî di pratîkê de diyar dibe. Ev hemû jiyana hevrê Çekdar pênase dikin. Xwedî jiyaneke ku têkiliyê xwe bi gel re û bi hevalan re xurt bû. Hevrê Çekdar kesekî wiha bû.

Dema tu welatparêz bî û ax, av, welat di bin lingê dagirker û neyar de dipelçiqe, nabe ku tu vê yekê qebûl bikî. Ji ber vê jî nabe ew dijmin li wir rehet bigere. Li hember dijmin hesteke tolhildanê ya hevrê Çekdar a xurt hebû. Ji ber vê yekê her tim digot hewce ye em keşfên leşkeri bikin û keşfan baş bikin. Her tim xwe ji bo keşfe pêşniyar dikir. Ji ber ku di me de taktîkek hebû û taybetmendiya şerê me hebû; hevalê ku biçe keşfê, tevlî çalakiyê jî dibû. Ji ber ku hevalê keşifkar keşif baş kiriye û xetên êrişê baş dizane û analîzên wî baştir in. Ji ber vê jî hevalên ku biçûna keşfê tevlî wê çalakiyê dibûn. Hevrê Çekdar jî ev yek dizanî û ji ber vê her tim xwe pêşniyarî keşfe dikir. Yanê hevalê ku diçû keşfê sedî heştê tevlî çalakiyê dibû.

Hevrê Çekdar jî zarokê wir bû û avantaja wî jî hebû. Yanê çiyayên Komirê û Semsûrê nas dikir. Berî ku tevlî bibe xebatên ciwanan û yên legal de cîh girtibû. Yanê dema em dibêjin windahiya Hevrê Çekdar ji bo me û ji bo qadê windahiyeke girane. Ji ber ku di vê heremê de li gorî bajarên din tevlîbûn kêm e. Hevrê Çekdar jî kesekî ku li wir jidayîkbûye û li wir xebat kiriye. Çiyayên xwe nas dikir û ev avantajek bû. Ji ber vê jî windahiya wî giran e. Hevrê Çekdar yek ji wan kesan bû ku ji aliye rêxistinê ve taybetî hatibû hilbijartin. Ji ber ku herkes ji bo qadeke wisa nedibû. Lê qadên dine ne wisa bûn. Weke Amed û Botan. Ji ber ku wan deran heval zêde bûn û her heremê heval hebûn. Têkiliyên wan bi hev re qut nedibûn. Qutbûn bi rêxistinê re nedibû.

Lê qadên wisa, rêxistin dizane û texmîn dike ku demeke dirêj jî agahiyan nagirin. Tenê derfet cîhaze, ew jî tu nikarî her tim bikarbînî. Ji ber ku cihê te diyar dike. Lewma jî hewce ye tu bîrdozî bî. Her tiştê xwe bixwe bikî; cebilxane xwe, xebatên din divê tu bikî. Weke din kesek tune ye. Hevrê Çekdar jî ji ber jê bawer bûn şandibûn qadeke wisa. Di encamê de jî layîqê partiye û layîqê Rêber Apo bû.

Zivistanekî me yê di zozanan de ji xwe re baregehek çêkiriba. Ji bo cihek ji xwe re peyda bikin em bi hev re çûn. Me got heta ku berf tam bilind nebû ye em cihekî peyda bikin. Ji ber ku cihê esasî ku em zivistanê lê bimînin me peyda nekiribû. Ez û hevrê Çekdar û du hevalên din, em bûn du beş û cihekî mayînde geriyan. Em çar heval bûn.

Hevrê Çekdar wisa enerjik bû heta min yek-du kun didît wî deh kun peyda dikir. Her kun jî ne guncaw bû. Divê tu hesabê her tiştî bikî. Operasyan hene, gundî hinek cihan dizanin, hinek cih av hildidan. Ji ber ku me ev yek gelek ceribandiye û zivistanê hevalên me ji ber van sedeman baregehên xwe terikandine û di wan şertên zor de şehadet jî çêbûne.

HEVRÊ ÇEKDAR KESÊ KU PÊŞENGÎ DIKIR BÛ

Dema min cihek didît min dipirsî çawa ye? Ew şîrove dikir û digot, ‘ger wisa be dê wisa be.’ Hîn cîwan bû. Lê ji bo demên pêş hevalekî ku ji bo barên giran ên rêxistinê rake kesekî guncaw bû. Herî dawî berfê zêde kir û min got, ‘heval mereq dikin em biçin’. Ji ber ku dema zozan mij bigire û berf bibare mirov rêya xwe winda dike.

Min dît ku wî qîr kir û got, ‘were min kuneke din jî peyda kir.’ Em jî ewqas westiyabûn û min got, ‘were em sibê werin.’ Got, ‘na were em binerin.’ Paşê ez çûm, rastî jî cihê sîxura bû. Herî bû û hilm jê derdiket. Tevşo derxist û got, ‘em mijûl bibin.’ Min got, ‘sibê em werin, em biçin gel hevalan û wisa werin.’ Got, ‘na ez rihet nakim. Hewceye ez cihekî peyda bikim û wisa biçim.’  Yanê kesekî wisa pêşeng bû. Xisletekê xwedî fermandariyê bû. Hevrê Çekdar kesê ku pêşengî dikir bû. Rêber Apo her dem me rexne dike û dibêje, di we de fermandar û pêşeng dernakeve.Hevrê Çekdar jî bi vê pîvanê dimeşiya. Yanê kesekî pêşeng bû. Pêşengî dikir.

Wê rojê em mijûl bûn me dît ku cihekî xweş û guncaw bû. Em ketin hundir û cilên me bûbûn herî.  Me nikarîbû cilên xwe bişon jî. Em keniyan û em kêfxweşbûn. Kêmek helawa me hebû ku me bi ar û şekir hevxistibû û sor kiribû. Yanê ew jî hinek ar û şekir bû…Me ew xwar û piştra ewqas germ bû me nexwast em derkevin. Piştra me dît di hundir de kun dewam dike. Hevrê Çekdar got, ‘ez ê dewam bikim bikolim ka çi heye.’ Min got, ‘ev ji me re temam e, em biçin cem hevalan û wan agahdar bikin û werin.’ Ew jî got, ‘na na tenê du deqe.’ Dîsa tevir hilda, kola û kola. Bi qasî saetekî mijûl bû. Her ku diçû cih mezin dibû.

Ji bo gerîla xwedî baregeheke baş be ku hemû xebatên xwe baş derbas bikin. Ji bo perwerde û lêhûrbûn bikaribin bikin. Ji bo cihê me av hilnede û dema operasyon çêbibe em bikarin dijminê xwe bikujin. Hevrê Çekdar di vê zanebûnê de bû û li gorî wê tevdigeriya.

‘HEVALÊ HERÎ TEMEN BIÇÛK BÛ, LÊ WEKÎ FERMANDARÊ YEKÎNEYÊ BÛ’

Heman tişt ji bo çalakiyan jî hebû. Pevçûneke me çêbû. Em bi hev re bûn. Sala 2016’an bû. Dîsa ji bo baregehê bû. Zivistanê em li derva man. Erzakên me jî ketibûn dest û hevrê Çekdar di wê rewşê de jî rola xwe lîst. Di ser de jî birîndarên me çêbûn. Du birîndar bûn, em pênc heval bûn. Kampa zivistanê ketibû dest. Hevalê herî biçûk bû, lê wekî fermandarê yekîneyê bû. Xwedî jîrahiyeke tûj bû. Wê zivistanê bi wan hevalên birîndar re jî mijûl bû û me bi saxlemî xwe gîhande biharê.

Yanê gelek bûyerên wisa hene ez dikarim behs bikim. Dîsa buyereke kontrayan hebû ku hevalên me şehîd xistibûn. Me yê tola hevalên xwe hildaba. Me keşfa wê kir. Me yê ew kontra ceza bikira. Hevrê Çekdar di vir da jî rola xwe lîst. Di lingê xwe de dikuliya. Wisa qezayekî çêbûbû. Digot hewceye em tola hevrê Harûn û hevrê Pale hildin. Me jî ew rîsk hilneda û me got tu vî cihî bigire. Lê ew israr kir û got ez ê jî tevlî bibim. Ew israra wî hevalan jî motive dikir. Hevrê Çekdar bi vê israra xwe hevalan ji bo çalakiyê motive dikirin. Tevî ku dikuliya jî heval cihê pêş da cih digirt û ev yek nedikir hincet. Ew çalakiya me jî serkeftî derbas bûbû.

‘DIVÊ EW NEYÊN JI BÎR KIRIN’

Heri dawî me li Engîzekê xatir li hev xwest. Piranî pratîkên me li Semsûr û Meletiyê derbasbûn. Em bi hev re çûn Engîzekê. Komên me yên Amanosê hatibûn. Wê derê her tim operasyon hebûn. Qadeke wisa ne hêsan bû ku herkes lê têkoşîn bike. Engîzek jî wisa bû. Me ev qad nû vedikir. Hevrê Çekdar hinek heval li gel xwe girt û dibin fermandariya hevrê Ezîz de çûn. Hevrê Ezîz jî li Komurê gihîşt şehadetê.

Di fermandariya wî de tevî hevrê Çekdar şeş heval hebûn Ev kom ji bo qadê ji xebatan re veke çû wê qadê. Hinek hevalên birîndar li cem me bûn. Me wê dere xatir ji hev xwest û em çûn Amanosê. Ew heval jî ber bi Meletiyê ve çûn. Piştre têkiliyê me dewam kir. Ji ber ku Amanos û Meletî girêdayî hev in. Ew heval biharê derketibûn û du çalakiyên xurt kiribûn. Piştî wê hevrê Ezîz û hevrê Şoreş gihîştin şehadetê. Lê hevrê Çekdar li ser şehadeta wan her du hevalan çalakiya tolhildanê kiribû. Yanê heval Çekdar nesekinî. Dema çalaki dikir û şehadet çêbiba pêwîste tola wan hildaba.

Li Semsûrê operasyon çêdibe. Em jê re dibêjin qadên eşîrên Xilsor. Me digot qada Şehîd Fîdan. Li gundê Akçelê operasyon çêdibe. Heval dikevin şer. Di wî şeri de heta kêliya dawî şer dikin. Hevrê Çekdar û hevrê Roşer di wî şerî de digihîjin şehadete.

Divê hevrê Çekdar û hevrê Roşer neyên ji bîr kirin. Em weke hevalên wî soza ku me daye wan, em ê layîqê wê sozê derkevin. Hewceye gele Eyaleta Tolhildanê û gele Semsûrê wan bide jiyîn û xwedî li wan derkevin. Ciwanên Semsûr, Meletî, Dîlok û Mereşê hewceye li wan xwedî derkevin.

Şehadetê wan me zêdetir bi vê dozê ve girê dide. Me soz daye wan, em ê li ser rêya wan şehîdan bimeşin.