Nasnav: Çîçek Botan
Nav Û Paşnav: Guhar ÇEKİRGE
Cih û Dîroka Ji Dayîkbûnê: 1975-Şirnex
Cih û Dîroka Tevlîbûnê:1989-Şirnex
Cih û Dîroka Şahadetê: 29.9.2011. Xakûrkê (di encama êrîşên balafirên şer de)
Erdnîgariya Botanê ya ku bûye yek ji keleyên berxwedaniyê yên Kurdistanê, her dem bûye meskenê jinên leheng. Îro jî çiyayên Botanê yên ku bûne meskenên bi sedan jinên lêgerînvanên azadiyê û berxwedanî û qehremanî bi rengek mezin lê hatiye jiyan kirin, di nava tekoşîna me de jî cihek xwe yê girîng heye. Ji ber wê em dikarin bêjin Botan cihê ku jinên leheng lê destan afrandine ye.
Rêhevala me Çîçek Kiçî jî, weke şervaneke jin a azadiyê, ji Botanê tevlî tekoşînê bûye. Her wiha di çiyayên Kurdistanê yên bilind de bi tekoşîna xwe ve bûye wek efsane, di pêşketina artêşbûna me ya jin de jî bûye xwedî ked û hewldaneke mezin. Bihost bi bihost di çiyayên Kurdistanê de geriya. Bi wêrekbûna xwe, berxwedaniya xwe û bi kedkarbûna xwe ve, kesayeta fermandeya jin a ku ji her kesê re bûye mînak di şexsê xwe de ava kiribû. Ew ji nû ve dîtina jiyana zayînên ku vê erdnîgariyê afrandiye. Rêhevala Çîçek wek jineke çiyayî ya ku 23 salên xwe dan van çiyayan, weke jineke gerîla her kêliyeke xwe bi têkoşîna awarte ve derbas kir. Rastiya jina çiya ya ku her dem lêgerînvana azadiyê bû di şexsê xwe de ava kir. Çîroka wê, çîroka şervana jin a azadiyê ya ku vê erdnîgariyê û têkoşîna me daye afrandin e...
Di pelan de, di çîçekan de, di keviran de, di çemên bi xum xum de, di patîkayan de, di bayê paqij de, di her dilopeke baranê de bi xwezaya welatê xwe re bibû yek. Fêm kirina kesayeta fermandar Çîçek a ku tevahî rengên xwezayê di cewherê xwe de jiyan kiri ye, wê me zêdetir nêzî heqîqetê bike. Çiyayan Çîçeka xwe ya nazdar mezin dikir. Çîçeka xwe ya herî xweşik, belav dikir li her derê. Rêhevala me Çîçek weke hezar û yek çîçekên çolê, her dem asî bû. Bi porê xwe yê zer ve, bi kenê xwe yê germ ve di dilê rêhevalên xwe de cih girtibû. Bi dilnizmiya xwe ve fermandara me ya ku me mînak digirt bû. Ew biryarbûna jina Kurd a ku berbi zaferê ve dimeşe, baweriya xwe bi tevlîbûna xwe ya aktîf re tacîdar kiribû, bi derbaskirina tevahî zorahiyan gavên xwe xurtir kiribû di çiyayan de. Di jiyana wê de yek valatiyek biçûk jî nîn bû. Ji kesên ku dizanibûn jiyanê tije tije jiyan bikin bû. Kevneşopî û çanda mezopotamyaya qedîm di dilê xwe de radikir û li dijî dil û mejiyên kor jiyana wê her dem bi têkoşînê ve derbas bû. Her dem Rêber APO jiyan dikir û dida jiyan kirin.
Rêhevala Çîçek, kesayeta fermande ya ku rêhevalên xwe yên jin her dem mezin dikir, her dem xurt dikir, her dem xweşik dikir, her dem dida şer kirin, îrade dida qezenc kirin bû. Me her dem ew asî û bi coş dît, me ew wisa nas kir. Em ji kesayeta wê ya xurt fêrî gelek taybetmendiyên şoreşgertî bûn.
Gerîlatî di wê de veguherîbû azweriyekê. Hezkirina wê ya ji çiya, xweza û axê re pir balkêş bû. Pir baş dizanibû ku jin dikare di çiyan de xwe ji her awayî kevneşopiyan rizgar bike û di riya azadiyê de bimeşe. Ji ber wê gelek nirx dida van çiyayên pîroz. Meşa wê meşa jineke azad a serbilind bû. Her tim baweriya wê bi vê meşa wê ya bi heybet hebû. Ew Çîçeka me ya xweşik, di tevahî ziraviyên jiyanê de xwe bi keda xwe ve dikir hebûn.. Xwedî manewiyat û enerjiyeke gelek mezin bû. Em dikarin bêjin ku rêheval Çîçek di her kêliyê de xwe ji nûve diafirand. Tevlîbûneke wê ya pir sade û xwezayî hebû.
Helbet hevala Çîçek pênase kirin, ew bi çend hevok û peyvan ve anîna ziman ne hêsan e û wê ne mumkin be jî. Ew şoreşgereke ku bi dil û can, bi gotin û cewherê xwe ve bi tekoşînê re bûbû yek. Tevlîbûneke wê ya sade û hundurîn hebû. Her dem bi coş û kelecan bû. Ne mumkin bû ku mirov wê di ciyekî de bêtevger sabît bidîta. Lêdana dilê wê ji seransertî û ji nîvcomayînê re meydan dixwend. Bi hemû hebûna xwe ve bi têkoşînê ve bûbû yek. Li gorî pêdiviya jiyana şoreşgerî jiyan dikir, di heman demê de bi sekna xwe ya fêrker re di dilê her hevalekê de cih girtibû. Ew herdem rêhevala me û fermandara me bû.
Ew bû şervana heqîqetê, di oxira wê de jî ji bedel dayînê qet gav paşde neavêt. Bi dilê xwe yê paqij re û bi serbilindîbûna xwe ve bû yek ji rêheval û fermandarên ku dizanin ber bi zaferê ve bimeşin. Tevlîbûn û meşa rêhevala Çîçek a di nava têkoşînê de pir sade bû. Bi sekneke bêhempa, bi tarzê jiyana xwe ya dilnizm ve di dilê tevahî hevalan de cih girtibû û şopeke ku nayê ji bîr kirin ji me re hişt. Em Fermandara xwe ya mezin û rêhevala xwe ya dilnizm careke din bi bîr tînin û bi rêzdarî bejna xwe li beramberî wê ditewînin. Dema em soza xwe ya girêdana bi rêheval Çîçek û şehîdên şoreşê ve nû dikin, em bawer dikin ku emê bi biryardarî têkoşîn û meşa xwe ya azadiyê bighînin serkeftinê.
Silav û Rêzên Şoregerî
Gûlistan Gulhat
- Ayrıntılar
Têkiliya di navbera xweza û civakê de yek ji mijarên sereke ye, Ilmê Civakî li ser zêde disekine. Tevî ku bandora hawîrdorê ya li ser civakê eşkere ye jî wek mijar hê nû dikeve ber destê felsefê û lêkolînên zanistî.
- Ayrıntılar
- Di gotareke xwe de hun dibêjin “bêyî ku ez xiyanetê li xeyalên xwe yên zarokatiyê bikim, hetanî vir hatim”. Gelo ma ev xeyal hîna didomin û bi pêş dikevin?
- Ayrıntılar
ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 10 cotmehê, danê sibê, saet di 08:00 de hêzên me yên YJA-Star yên li Kerkûkê li gundê Banşaxê yê bajaroka Dakok a Kerkûkê çalakiyeke sûqîeqest, çekên navîn û giran pêk anîne. Di encama çalakiyê de wesayiteke a çeteyên DAIŞ’ê hatiye rûxandin û emîrek ê çeteyan hatiye kuştin û 3 çete jî birîndar bûne.
- Ayrıntılar
ji çapmenî û raya giştî re!
1. Di 11’ê Cotmehê (îro) saet 05.30’an hêzên me yên Gerîla û YBŞ’ê li ser rêya Şengalê li hemberî karwanê çeteyên DAIŞ çalakiyek kemîndanînê pêk anîn. Di vê çalakiya bi çekên giran û ferdî pêk hat de 12 çeteyên DAIŞ hatin kuştin û 6 çete jî birîndar bûn.
- Ayrıntılar
ji gelê me û raya giştî re!
Li Kurdistanê geşadanên girîng pêk tên. îro YPG/YPJ’ê li Kobanê qehremantiyek mezin nîşan dide û Gelê me ye Bakur ku li hemberî berxwedana ku li Kobanê pêk tê bêdeng nema û xwedî lê derket.
ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 9’ê Cotmehê de saet navbera 00.00 û 02.00’an de Gerîlayên me û hêzên pêşmerge li gundê Vahde yê girêdayî Kerkûkê li hemberî çeteyên DAIŞ bi çekên giran çalakiyek li dar xistine. Li vir hatiye zelalkirin ku 3 çeteyên DAIŞ hatine kuştin.
- Ayrıntılar
ji çapemenî û raya giştî re!
Di 9’ê Cotmehê (îro) saet 01.00’an de hêzên me yên gerîla û Yekîneyên Berxwedana Şengal (YBŞ) li gundê Xayale yê girêdayî Şengalê li hemberî maleke ku 15 çeteyên DAIŞ têde bûn bi çekên giran û şexsî çalakiyek pêk anîn. Li vir 7 çeteyên DAIŞ hatine kuştin.
- Ayrıntılar
ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 6'ê Cotmehê de Gerîlayên me li gundê Wehdê yê girêdayî bajarê Kerkûkê li dijî çeteyên Daîşê çalakiyeke sûîkastê hatiye lidarxistin û di encamê de çeteyek hatiye kuştin.Di 7'ê Cotmehê de Gerîlayên me li dijî çeteyên Daîşê yê xwestin xwe berdin nava gundê Ebdila Xanim yê girêdayî bajarê Kerkûkê, çalakî pêk anîne.
- Ayrıntılar
ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 6’ê Cotmehê saet 20.00’an li ser rêya di navbera gundê Cudalê û Şengalê de ji aliyê Gerîlayên me ve li dijî wesayiteke dewriyeyê ya çeteyan çalakiya kemîndanînê pêk hatiye. Di çalakiyê de wesayîta çeteyan hatiye rûxandin. Hejmara çeteyên di vê wesayîtê de mirine nehatiye zelalkirin.
